Roja 32’yan: Li Tehranê teqîn, li Lubnanê 4 leşkerên Îsraîlê mirin
Medyaya Îranê ragihand ku li Tehranê di saetên siharê de teqînên tund qewimîn û gelek caran elektrîk qût bû.
Medyaya Îranê ragihand ku li Tehranê di saetên siharê de teqînên tund qewimîn û gelek caran elektrîk qût bû.
Artêşa Îsraîlê li paytextê hişyariya êrîşa ku binesaziya leşkerî hedef digire, da. Şer belavî Lubnan û Kendavê jî bû. Artêşa Îsraîlê ragihand ku 4 leşkerên wan li Başûrê Lubnanê mirin.
LI ÎRANÊ TEQÎN
Di roja 32’yan a şer de çapemeniya Îranê ragihand ku li paytext Tehranê dengê gelek teqînan hate bihîstin û li hin herêmên bajêr gelek caran elektrîk qût bûye.
Ajansa Nûçeyan a Tasnim a nêzî Îranê, îdîa kir ku navendeke trafoyê ya santrala enerjiyê ya li rojhilatê Tehranê hatiye hedefgirtin.
Li gorî medyaya Îranê êrîş li dijî “nuqteyên leşkerî” yên li navenda welêt, pêk hatine.
Hat ragihandin ku piştî geşedanên li Tehranê, Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrîşa bi fuzeyan kir.
LI KENDAVÊ ÊRÎŞ DIDOMIN
Ajansa nûçeyan a Quweyt KUNA ragihand ku li peravê Lîmana Dubai ya Îranê êrîşek li dijî tankera petrolê ya Al-Salmi ya di bin ala Quweyt de, pêk hat.
LI ENIYA LUBNAN 4 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ MIRIN
Li Lubnanê jî şer gur dibe. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li başûrê Lubnanê 4 leşkerên wan mirine.
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku leşkerek bi giranî, yek jî sivik birîndar bûye.
FRANSAYÊ BANG LI KONSEYA EWLEHIYÊ YA NY’Ê KIR
Her wiha piştî leşkerên NY’ê yên li Lubnanê hatin hedefgirtin, Fransayê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku bi lezgîn bicive.
Konseya Ewlehiyê ya NY’ê ragihand ku wê roja sêşemê di saet 14.00’an de bicive.
NETANYAHU: ME JI NÎVÎ ZÊDETIR HEDEFÊN XWE PÊK ANÎ
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu îdîa kir ku di şerê li dijî Îranê de wan ji nîvî zêdetir hedefên xwe pêk aniye. Netanyahu got, “Ez difikirim ku wê ev rejîm ji hundir de hilweşe.”